Sunday, February 1, 2009

Hêmin Le Tewrêz




Hêmin Le Tewrêz

Têbînî:be sipasewe em wêneye le Govarî jimare 73-î "Mahabad" wergîrawe ke ser bergî ew jimareyey pê razawetewe.Hêmin be Farsî şé'rêkî le ser wêneke nûsîwe ke dekrê wek bîreweriyek bo dostêkî xoy nûsîbê :"êsta ke bedaxewe mùy ser u rûm berew sipî bûn deçin u çirç u çollêkî zor le ruxsarm da peyda buwe her katêk çaw lew wêneyey xom dekem ke yadgarî tafî lawênî u rojgarî kamranî mine,henaseyek heldekêşim u em şê're le bin lêwan delêmewe: Pîr bûm lem kone deyre da , ey lawetî le kwèy yadit bexêr bê. em wêneyem le Banemerî salî 1325 le temenî bîst u pênc salî da le yekêk le 'ekasxanekanî şarî Tewrêz kêşawe,ewd emî hêşta jiyanî hawserîm dest pênekirdibû u selt bûm u taqe yadgarî serdemî xoşbextî u lawetî mine - 20/12/1334 Mihemedemînî şêxulîslamî

mekêşe le xora em nexşe nexş dekey ey neqaş
xwên degirî eger ser le ehwalim derbhênî
çi pêwîst deka le duway min em tîmsale
felek çî le gel xom kird ta bîka legel tîmsalim

Hêmin,Péshewa Qazî Mihemed,Hejar



Hêmin,Péshewa Qazî Mihemed,Hejar



Em -wêneye debê le kotayiyekanî mangî Sermawez yan Befranbarî 1324-î Hetawî kêşrabê, çunkû le zemîney wêneke da befir be zewiyewe diyare.Lew wêneye da be pêçewaney wêney pêşû Hêmin de bergî ferengî u hejar de cilubergî kurdî da debînîn.Yarmetî biken bo dozînewey rêkewt u şwênî helgîranî wêneke.

Têbînî: em wêneye yekem car le dîwanî Hêmin "Tarîk u Rûn " salî 1974 bilaw buwetewe.Ew nusxeye le kitêbî "Pêdaçûnewe, Kerîmî Hîsamî,Swêd 1996" wergîrawe