
Nusxeyekî dîke lew wêneyey pêştir bilaw kirabuwewe
Em wêneyey lêre da deybînin rojî helkirdinî alay Komarî Kurdistan le Mihabad helgîrawe le rastewe bo çep: neferî duyem: Seyd Mihemedî Tehazade(Eyubyan)wezîrî bêhdarî,neferî çuwarem: Reyis Cumhûrî Kurdistan Pêşewa Qazî Mihemed,neferî şeşem: Hacî Babeşêxî Siyadet serokî heyet reysey mîllî, neferî hewtem: Mihemed Husênî Seyfî Qazî wezîrî hêzî kurdistan u cêgirî reyis cumhûrî Kurdistan.
Têbînî:hoy ewey delêyn em wêneye î rojî 2-î Rêbendan niye, eweye lêre da Pêşewa bergî nîzamî deber da niye,wekû ew wêneyey wa le ktêbekî Eagleton da çapkirawe.Hîç gumanî têda niye wêney nêw kitêbî Eagleton rojî 2-î Rêbendan helgîrawe.Ew efserey silawî nîzamî pêşkêş deka,Ehmedî Kefaşî yan Kerîmî Nazmî ye,wa derdekewê em wêneye u wêney pêşû le yek bone dahelgîrabin wênehelgir: Seyadyan yan Simayil xanî Feruxî
Têbînî : em wêneye le layen rêzdar " Susan Meiselas " be destman geyştuwe. ew şîkirdinewaney le bin wêneke nûsrawin, hem sebaret be piley kesan u boney helgîranî wêneke durust nîn
No comments:
Post a Comment