Tuesday, February 18, 2014

Wêneyekî zor serncrakêş u mêjuyî Husên Zêrîngeran



Wêneyekî zor serncrakêş u mêjuyî Husên Zêrîngeran


Em wêneyey Husên Furuher (Zêrîngeran) de cilubergî nawçe Kurdiyekanî b
Bakûrî Rojhelatî Kurdistan da heta bilêy serncrakêş u nirxî mêjuyî zore. Be berawerdî demuçawî Furuher le tek wênekanî dîkey da der dekewê le serdemî Jêkaf yan duwatir le zemanî komar da helgîrawe.Be leberçaw girtinî rûdawekanî Oktobrî 1921 renge ziyadegoyî nebê bigutrê le Mehabad u dewruberî bîreweriyekî xoş lew nawçane nebuwe. Husên Zêrîngeran renge wîstibêtî be deber kirdinî ew ciluberge cext le ser pêwîstî tebayî nawkoyî Kurdan bika. Cêy sernce le salanî duwayî jiyanî le Taranîş dîsan be cilubergî bakûriyewe wêney wîman bedesteweye.


Têbînî: Em wêneye le albomî nemir Birayîm Zerdeşt Furuher kurî Husên Zêrîngeran wergîrawe.Be sipas bo yay Ferîba u hemû endamanî binemaley Furuher!

Be bê amaje kirdin be serçawe  bilaw kirdinewey em wêneye u şerhekey rewa niye!

No comments: