Thursday, January 13, 2011

Wêney Hêmin ke be helle wek wêney Hejar le rojnamey Azerbaycan da billaw kirawetewe


Hêmin Le Tewrêz!

Rojnamey Azerbaycan organî Fîrqey Dêmokiratî Azerbaycan le jimarey 221-î xoyda, Dùşemo 20-î Cozerdanî 1325 em wêneyey Hêminî be helle le ciyat wêney Hejar billaw kirduwetewe.Le nusxeyekî em wêneye ke pêştir lêre da billaw kirawetewe u le ser bergî jimare 73-î gowarî Mehabad da billaw kirawetewe, Hêmn ew şerhey xuwarewey be zimanî Farsî nûsîwe ke renge ew wêneyey bo bîrewerî bo dostêkî xoy nardibê u ew şerhey le ser nûsîbê:

"êsta ke be daxewe mùy ser u rûm berew sipî bûn deçin u çirç u çollêkî zor le ruxsarim da peyda buwe her katêk çaw lew wêneyey xom dekem ke yadgarî tafî lawênî u rojgarî kamranî mine,henaseyek helldekêşim u em şê're le bin lêwan dellêmewe: pîr bûm lem kone deyre da , ey lawetî le kwêy yadt bexêr bê.Em wêneyem le Banemerrî sallî 1325 le temenî bîst u pênc sallî da le yekêk le 'ekasxanekanî şarî Tewrêz kêşawe,ew demî hêşta jiyanî hawserîm dest pê nekird bû u sellt bûm u taqe yadgarî serdemî xoşbextî u lawetî mine
- 20/12/1334 Mihhemedemînî şêxulîslamî

mekêşe le xorra em nexşe nexiş dekey ey neqaş
xwên degrî eger ser le ehwallim derbihênî
çi pêwîst deka le duway min em tîmsale
felek çî le gell xom kird ta bika legell tîmsalm


Têbînî:em nusxeye le kitêbî "Sawucbolaxê Mokrî(Mrehabad) wergîrawe ke be daxewe le kitêbî nêwbiraw da nehatuwe serçawey kê ye!

No comments: